Haydar Şahin
16 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2018
DIYARBAKIR
Li Qerecdaxa herêma Diyarbekirê gundî givîjan ji nav çiqlên bidirik kom dikim û pê derbara xwe dikin.
Li Qerecdaxa di navbera Diyarbekir û Şanliurfayê da darên givîjê di nav kevir û kuçikan da derdikevin û payîzê ji bo tehma devan fêkiyan didin.
Givîjên zer û sor ên li ser darên çîqin û bidirik payîzê hêşin tên ji bo kesên li gundan dijîn dibe deriyê debarê.
Gundiyên li dorberê Qerecdaxê dijîn ji bo komkirina givîjan ber destê sibê derdikevin rê, li ser guzergaha 15 kîlomêtreyî hetanî diwestin ji nav qît û dirikan givîjan kom dikin.
Gundî qismekî givîjan ji bo mala xwe qismekî wan jî ji bo firotinê kom dikin û kîloya wê bi 3 an 4 lireyî difroşin.
Abdurahman Ugurluyê ji gundê Înanoziyê yê ku derketibû komkirina givîjan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku biharê li heman derê kerengê kom dikin û payizê jî givîjan kom dikin.
Ugurlu got tehma givîje xweş e û tê gotin ku ji bo dil, mîde û ezayên din jî dibe şifa û wiha axivî: "Dareke bi qît û dirik e ji ber vê komkirin zor e. Qîtên darê destê me ra diçin. Lêbelê tehma wê xweş e. Gel ji bo tehma wê tê givîjan kom dike."
Ramazan Oregîrê 17 salî yê ji gund diyar kir ku bi hevalên xwe ra derket komkirina givîjan û wiha pê da çû: "Em biharan kerengê kom dikin. Havînê karên berwext ên demsalê dikin. Payîzê jî givîjan kom dikin. Em dixebitin ku xercaneya xwe derxin."
Kadîr Oregîr jî got ji bo tevkariyê bidin debara malbatê givîjan kom dikin û kesek di rojê da bi qasî 3-5 kîloyan kom dike, kîloya wan jî bi 3 an 4 lireyî difroşin.