Nihat Kavşut
17 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2018
ANKARA
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak der barê îhaleya tehwîlê da jî destnîşan kir îspat dike ku bingeha aboriya Tirkiyeyê zexm e, li hember derva li ber xwe dide û tevdîrên hatine hildan serkeftî ne.
Li gor daxuyaniya Wezareta Xezîne û Darayiyê di çarçoveya Bernameya Fînansmana Xezîneyê da li piyaseyên sermeyeyê yên navneteweyî duh bi qasî 2 milyar dolarî ji bo wedeya 5 salan îxraca tehwîlê çêbû.
Di daxuyaniya Wezareta Xezîne û Darayiyê da hat destnîşankirin rêjeya kara tehwîlê ji sedî 7,5 û rêjeya kuponê jî bû ji sedî 7,25.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ji veberdêran ji 6 milyar dolarî zêdetir daxwaz hat.
Di daxuyaniya Wezareta Xezîne û Darayiyê da nirxandinên Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak jî cî girtin.
Albayrak ji bona îxraca tehwîlê diyar kir daxwaza ku 3 qat ji rêjeya îxracê zêdetir e nîşan dide ku bawerî bi aboriya welêt heye.
Berat Albayrak der barê îhaleya tehwîlê da jî destnîşan kir îspat dike ku bingeha aboriya Tirkiyeyê zexm e, li hember derva li ber xwe dide û tevdîrên hatine hildan serkeftî ne.