Fatih Gazioğlu
30 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2019
Bihayê grama zêr bi zêdebûnê dest bi rojê kir û niha di asta 275,4 lireyî da tê firotin.
Duh ji ber tesîra kêmbûna bihayê onsê, grama zêr jî pariyekî kêm bibû û roj bi 274,7 lireyî temam kiribû.
Zêr îro bi zêdebûnê dest bi rojê kir û ji saet 10.50an pê va ji sedî 0,3 zêde bû û niha bi 275,4 lireyî tê firotin.
Li Bazara Mezin zêrê çaryek bi 449 lireyî û zêrê mezin jî bi 1.839 lireyî tê firotin.
Bihayê onsa zêr jî niha di bazarên Asyayê da bi 1.489,30 dolarî tê firotin.