Fatih Gazioğlu
20 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2018
ÎSTANBUL
Bihayê zêr îro bi bilindbûnê dest bi rojê kir û piştra jî daket. Grama zêr niha di asta 212,1 lireyî da tê firotin.
Duh ji ber tesîra kêmbûna dolar/TL bihayê grama zêr kêm bûbû di nava rojê da jî ji sedî 1,49 kêm bû û roj bi 211,4 lireyî temam kir.
Zêr îro ji saet 10.15an pê va li gor girtina berê ji sedî 0,33 zêde bû û niha 212,1 lireyî tê firotin
Di Bazara Sergirtî da zêrê çaryek bi 349 lireyî û zêrê mezin jî bi 1.424 lireyî tê firotin. Di piyasayên Asyayê da onsa zêr jî bi 1.247,5 dolarî tê firotin.
Analîstê Fînansê yê AAyê Îslam Memîş got ku Banqeya Navendî ya Amerîkayê (FED) duh evarê li gorî daxwaza piyasayê faîz 25 pian zêde kiriye û ev jî li ser piyaseyê tesîreke neyînî kir.
Memîş got ku piştî biryara FEDê ya faîzê bihayê onsa zêr ji 1.256 dolarî heta 1.242 dolarî daket.