Belgin Yakışan Mutlu
11 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2021
Hesabê karên carî di tebaxê da 528 milyon dolar zêde derket, kêmasiya carî ya 12 mehan bû 23 milyar û 33 milyon dolar.
Li gor daneyên ku Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (TCMB) eşkere kir, hesabê karên carî par di meha tebaxê da 4 milyar û 68 milyon dolar kêm derket, îsal di heman mehê da 528 milyon dolar zêde derket. Di encama vê da jî kêmasiya hesabê carî ya 12 mehan daket 23 milyar 33 milyon dolarî.
Bi vê encamê va kêmasiya bazirganiya dereke 2 milyar û 618 milyon dolar kêm bû û daket 2 milyar û 757 milyon dolarî. Qelema hevsengiya xizmetan 2 milyar û 281 milyon dolar zêde bû û derket 4 milyar û 76 milyon dolarî.