ANKARA
Wezîrê Darayiyê Şîmşek bi bîr xist ku dema ku me budçeya 2013an çêkir, ji bo 2Byê me 4,8 milyar veqetand. Şîmşek diyar kir ku heya dawiya salê texmîn dikin ku dê ji 2Byê nêzî 3 milyar were.
Şîmşek diyar kir ku der heqê 2Byan de hedefa dahatûyê dê hinekî kêmtir be, 2014an de ji 2Byê hêviya me 961 milyon lîre dahatû ye. Di halê hazir de me ev tevê budçeyê kiriye.
Şîmşek wiha axivî: "Di mijara Aştiya Hebûnê de jî "Heya niha serlêdanên ku hatine kirin û dahatûyên bacên ku hatine gelekî hindik in."
Armanca me ew e ku em rêjeya tasarûfê derxin ji sedî 16yan
Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz jî bal kişand ku di heyamên dawî de Tirkiye jî ji wan welata ne ku rêjeya îstixdama xwe bi lezgînî zêde kiriye. Ev serkeftineke mezin e.
Yilmaz daxuyand ku sala pêşiya me di çarçoveya budçeya rêveberiya navendê de em li bendê ne ji veberhênanên qamûyê 37 milyar lîre bê. Em ji bo sala pêşiya me jî texmîn dikin ku ji yekûna veberhênanê qamûyê 77 milyon lîre be. Dema ku em destpêka bernameyê pêve binhêrin di veberhênanên qamûyê de ji sedî 12,2 zêdebûn tê texmîn kirin. Her wiha Yilmaz got ku Bernameya Maweya Navîn amede kirin û armanca me ew e ku em rêjeyên tasarûfê jî heya 2016an bigihînin ji sedî 16yan.