ERBÎL
Li Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF)ê kar û barên îda qûrbanê dest pê kirin. Welatî ji bo amadehiyên qûrbanê li bazara heywanan digerin û ji bo qûrbanê li heywanan mêze dikin.
Pez û dewarên ku hin ji wan ji Îran, Sûriye û Tirkiyê hatine îthalkirin li "Meydana Heywanan" ya ku li ser rêya Erbîl û Mûsilê ye tên firotin. Li vê meydanê heywanên qûrbanê bi kîloyê tên firotin. Yanî serê kîloya dewaran ji 6 dolaran dest pê dike yên pêz jî bi 5 dolaran tê firotin. Kîloya bizinê jî bi 4 dolaran e.
Heywanfiroşên ku sewalên xwe ji bo qûrbanê anîne wisa bawer dikin ku hetanî îdê dê hemû pez û dewarên xwe bifiroşin. Ji sewalfiroşan Ahmed Hemîd got: "Niha di destê min de nêzî 200 pez heye. Welatiyan îsal zû dest bi kirîna qûrbanan kirin. Ez rojê nêzî 10 pezî difiroşim. Heta îniya pêş ezê hemû pezên xwe bifiroşim. Li ba me dema ku ji îdê re du sê roj dimîne firotina qûrbanan zêde dibe."
Li Erbîlê her kes qesap e
Şêniyên Erbîlê qûrbanên xwe yan li ber derê xwe û yan jî li kuçeya ber xaniyê xwe serjê dikin. Ji qesabên Erbîlê Fariz Ebdûllah diyar kir di heywan serjêkirinê de hemû xelkê Erbîlê wek qesaban pispor in. Ji ber vê jî qesabên Erbîlê bi piranî li "Meydana Heywanan" dixebitin.
Li Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqa Federalê Îda Qûrbanê 15 Cotmehê roja sêşemiyê dê dest pê bike.