Abdullah Tel
22 Adar 2019•Rojanekirin: 23 Adar 2019
Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemirlî der heqê piştevaniya ji bo çandiniyê didin cotkaran da got ku razandina pere îro dê dest pê bike.
Pakdemirlî li Borseya Bazirganiyê ya Akhîsarê civîna çapemeniyê li dar xist û ragihand ku ew li daxwazên kesên bi çandinî û heywandariyê ra eleqeder in guhdar dikin û ji bo çareserkirinê şêwr û xebatên xwe didomînin.
Wezîrê Çandinî û Daristanê Pakdemirlî der heqê piştevaniya ji bo çandiniyê ku wê bidin cotkaran da jî got ku razandina pereyan wê îro piştî saet 18.00yî dest pê bike û wiha pê da çû: "Îro jî di nav da em ê bi qasî milyar û 432 milyon lire pere razînin ser hesabên cotkarên xwe û ez dixwazim wek mizgînî vê agahiya xweş bidim hilberînerên me."