Okan Coşkun, Rauf Maltaş, Ömer Faruk Salman
29 Mijdar 2026•Rojanekirin: 29 Mijdar 2026
Li Gazîentab, Meletî û Şanliurfayê barana gur bandoreke neyînî li jiyanê kir.
Li Gazîentabê ji ber barana gur a ku serê sibê barî, li ser kuçe û kolanan golên avê çêbûn.
Welatiyan xwe spartin cihên sergirtî ku xwe ji baranê biparêzin.
Ji ber baranê şofêr bi baldarî çûn û hatin.
Ava Çemê Allebenê ji ber baranê zêde bû.
- Meletî
Li Meletiyê barana gur a ku serê sibê dest pê kir, dem demî zêde barî.
Li ser kuçe û kolanan golên avê çêbûn, liv û tevgera wesayîtan jî zêde bû.
Wesayît bi baldarî çûn û hatin.
Wêne : Ömer Faruk Salman/AA
Welatiyan xwe spart kargeh û rawestgehên otobêsan ku şil nebin.
- Şanliurfa
Li Şanliurfaya ku Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo wê hişyariya koda zer dabû, barana gur bandoreke neyînî li jiyanê kir.
Li bajêr barana gur a ku serê sibê dest pê kir, dem demî zêde barî.
Welatiyan bi siwanan xwe ji baranê parast, hinekan jî xwe spart li ber deriyên kargehan.
Tê payîn ku barana gur tevahiya rojê bibare.