03 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2016
ANKARA
Ji bo serokatiya lijneya rêvebiriya Odeya Ticaretê ya Enqereyê (ATO) Gursel Baran hat hilbijartin.
Hilbijartina endamên lijneya rêvebiriyê û serokê teze yê ATOyê li Salona Konferansê ya ATOyê hat çêkirin.
Raydayînê di saet 09.00an da dest pê kir û di saet 14.00an da qediya. Li gor agahiyên berwext Baran ji 188 endamên meclisê rayên 100 endaman wergirt û ji bo serokatiya ATOyê hat hilbijartin. Di dengdayînê da Osman Gokçek 86 ray sitend û 2 ray jî betal bûn.
Encamên teqez bi destê Lijneya Hilbijartinê wê di 8ê Kanûnê da bên eşkerekirin.