Haydar Şahin
07 Mijdar 2020•Rojanekirin: 10 Mijdar 2020
Bi Biryarnameya Serokomariyê va Murat Uysalê Serokê Bankeya Navendî ya Komarê ya Tirkiyeyê (TCMB) ji wezîfeyê hat hildan û di dewsa wî da Nacî Agbalê Serokê Budçe û Stratejiyê ya Serokomariyê hat tayînkirin.
Li gor biryara bi îmzeya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hat weşandin, Murat Uysalê Serokê TCMByê ji wezîfeyê hat hildan û di dewsa wî da Nacî Agbal hat tayînkirin. Di dewsa Agbal da jî Îbrahîm Şenel wekî Serokê Budçe û Stratejiyê ya Serokomariyê hat tayînkirin.
Ji bo Endamtiya Lijneya Poltîkayên Aboriyê ya Serokomariyê jî Nîhat Zeybekçî hat tayînkirin.