Nihat Kavşut
31 Tebax 2018•Rojanekirin: 01 Îlon 2018
ÎSTANBUL
Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcan: "Em geşedanan demildest teqîb dikin û bona piyase xera nebe tevdîran hildidin û em ê vê bidomînin."
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak û Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcanê bi hev ra civîna "Em ê Bi Hev ra Qezenc Bikin: Nasandina Krediya Alîkariyê ya KOBÎyan" kirin.
Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcanê ji bona rewşa di piyase û bihayan da wiha got: "Gelek balkêş e di hin berhem û komê berheman da biha tên zêdekirin û stoq tê kirin."
Ruhsar Pekcanê got em geşedanan demildest teqîb dikin û bona piyase xera nebe tevdîran hildidin û em ê vê bidomînin.