Türkan Tosun
07 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2018
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê ji fabrîqeya çîkolatayan a ku bajêr yek tenê ye ji sedî 90ê çikolatayan tê îxrackirin.
Yuksel Kaya 20 sal berê ji Agiriyê çû Torontoya bajarê Kanadayê ku wek karker li wir bixebite. Piştî demekê rewşa wî baş bû û ji xwe ra şirketeke înşaetê vekir û xwest ku li Tirkiyeyê jî karsaziyê bike.
Kaya piştgiriya teşwîqê ya ji bo herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê tê dayîn hilda û li Diyarbekirê fabrîqeyeke çîkolatayan vekir.
Karsaz Kaya bi navê Maple çîkolatayan îxracî bajarên li herêmê, Stenbol, Tekirdag û Kirklareliyê dike û 47 xebatkarên wî hene.
Salê hezar û 100 ton çîkolata di fabrîqayê de tê çêkirin û ev demeke Kaya çîkolatayan îxracê 17 welatan yên wek Efxanistan, Îran, Iraq, Sûriye, Erebistana Siûdî, Yemen, Kuweyt, Komara Afrikaya Başûr, Venezuella û Arnavutlukê dike.
Kayayê 46 salî got ewê di sala 2018yan de zêdetir îxracatê bikin û wiha axivî: "Misir, Nîjerya, Kamerun, Rûsya û Gana jî di nav de emê îxracatê 8 welatên din jî bikin. Bi vî awayî hejmara welatên ku em îxracatê dikin wê derkeve 25an. Em çîkolatayan ji sedî 90 îxrac dikin. Makîneyên nû dikirin û kargeha xwe mezin dikin. Emê 25 kesan dîsa hildin kar. Emê di sala 2018yan de 20 ton çîkolatayan çêkin û îxracat ji bo me pir girîng e. Armanca me welatê me bila dowîzê qezenc bike û hedefa me ew e ku em îxracatê 50 welatan bikin."