Haydar Şahin
05 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2018
RIYAD
Hat ragihandin ku Lijneya Wezîran a Erebistana Siûdî biryar da ku Siûdî Aramcoya şirketa pêtrolê ya herî mezin a li dinyayê vegerînin şirketa anonîm.
Li gor xebera ku di rojnameya fermî ya Erebistana Siûdî da hat weşandin, Lijneya Wezîran biryar da ku li gor rêziknameya Siûdî Aramcoyê dibê şirketê vegerînin şirketa anonîm. Wekî mayîn biryar hat dayîn ku biryar ji serê 2018an pê va têkeve rewacê.
Hat destnîşankirin ku Lijneya Wezîran di çarçoveya vê biryarê da ji bo ku li gor hikmê şirketê tevbigerin 5 sal dem da şirketên girêdayî Aramcoyê. Dema ku hewce bike heqê şirketê heye ku vê demê dirêj jî bike.
Di biryarê da hat diyarkirin ku piraniya milkiyeta hiseyên şirketê di destê dewletê da ne.
Di van demên dawîn da ji ber ku bihayê pêtrolê kêm e Erebistana Siûdî di dahata xwe da tengasiyê dikişîne, tê gotin hedefa wan ew e ku di nav sala 2018an da ji sedî 5ê Siûdî Aramcoya saziya sereke ya vejenê bifroşe.
Siûdî Aramco di rojê da 10 milyon warêl pêtrola xam derdixe, ji sedî 12ê pêtrola li dinyayê tê derxistin di destê Siûdî Aramcoyê da ye. Wekî mayîn ji 3 paran 2 parê dahata Erebistana Siûdî jî bi destê vê saziyê tê qezenckirin.