Ahmet Aydın
01 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Bi talîmata Serokwezîr Yildirim deynê Banqeya Zîraatê û Koperatîfa Tarim Krediyê yên li cotkarên ku îsal bi sedema afetên siruştî zirar dîtin, bi biryara Lijneya Wezîran derfeta bipaşxistinê heta salekê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Serokwezîrtiyê, tê texmînkirin ku 80 hezar cotkar ji vê biryarê sûdmend bibin.
Herwiha Banqeya Zîraatê û Koperatîfên Tarim Krediyê ji bo cotkarên ku di dayîna deynê xwe de zehmetiyê dikşînin, bi mebesta temînkirina berdewamiya berhemanîna çandî, derfeta teqsîtkirina deynên krediyê heta 5 salan, didin.