Abdullah Tel
01 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim got, "Di rola sereke ya êrîşan da Serokê Partiya Muxalefetê ya Sereke Kiliçdaroglu û li ser kursiyê senaryoyê jî FETO heye. Mijar jî çokdanîna Tirkiyeyê ye."
Serokwezîr Yildirim di merasima vekirina Parka Şehîtlikê ya Muhsîn Yazicioglu û 1915 Çanakkale Panoramayê ya li Sancaktepeyê da axivî û diyar kir ku nav û bîranînên kesên ji bo vî welatî canê xwe da ne wê li çar aliyê Tirkiyeyê bijîn.
Serokwezîr Yildirim qala daxuyaniya Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu kir û got: "Birê min di destê te da çi belgeyên tu dibêjî hene, bibe, bide dadgehê. Êdî dev ji wê polîtîkaya xwe ya gotina xwe bibêje girt negirt ew zane, berde. Lê bi wan ra ev dil tuneye. Ez li vê derê careke din dibêjim. Ey Kiliçdaroglu, di turikê te da çi heye bi rihetî birêje meydanê. Bi dek û dolab tevnegere û nebêje dewama wê sibê. Kar û xebata te ew e ku tu ji dumena rêxistinên terorê diaxivî. Tu bi ber bayê FETOyiyan ketî û diçî. Di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê da tu yê wekî îznatçiyekî xwedîtecrube cihê xwe bigirî."
Di axaftina xwe da Serokwezîr Yildirim destnîşan kir ku li dijî Tirkiyeyê deq û dolab tên kirin û wiha pê da çû: "Di rola sereke ya êrîşan da Serokê Partiya Muxalefetê ya Sereke Kiliçdaroglu û li ser kursiyê senaryoyê jî FETO heye. Mijar jî çokdanîna Tirkiyeyê ye.
Serokwezîr Yildirim, Kiliçdaroglu rexne kir û got ku wî partiya Gazî Mistefa Kemal Ataturkê avakarê Komarê ye kiriye baxçeyê paşîn ê hêzên mêtînger.
Der barê darizandina Riza Sarrafê ku li Amerîkayê tê darizanidn da jî got: "Înşeallah ji vê xeletiya ku di nav da ye vegere. Jixwe ew bi xwe dibêje ji girtîgehê rêya derketinê ya herî hêsan 'firotin' e. 'Difiroşim...' Heke kiryar hebe. Ez li vê derê bi eşkere dibêjim ev ji hiqûqê derketiye û bi tevahî bûye dozeke siyasî. Armanc ew e ku Tirkiye û aboriya wê bixin nav tengasiyê û zorê bidinê."
Ji bo doza dewam dike jî Yildirim got: "Koma bêbextan (FETO) midaxilî dozeke li Amerîkayê dibe û li ser navê Tirkiyeyê dijî Recep Tayyîp Erdogan ji bona avakirina hişmendiyekê bi hemû hêza xwe hewl dide. Serê me bilind e û rêya me ronî ye. Tu wextê me di nav karekî ku zirarê dide menfeeta Tirkiyeyê da cî negirtiye û tu wextê jî em cî nagirin. Divê her kes vê bizanibe."