Halil İbrahim Sincar,Şahin Seçen
14 Gulan 2022•Rojanekirin: 17 Gulan 2022
Li Qiziltepeya navçeya Mêrdînê jinên kooperatîf ava kirin di zeviya ji 20 donimî pêk tê da rojê 800 kîlogram çîlek diçinin.
Bi pêşîkêşiya Dîlek Çam a xanima Qeymeqamê Qiziltepeyê Huseyîn Çam va 15 jinên muteşebîs hatin bal hev û Kooperatîfa Pêşketina Çandiniyê ya Jinên Hilberîner ên Qiziltepeyê damezrandin û Bexçeyê Çîlek ê Mezopotamyayê danîn.

Di bexçeyê çîlekan a ku jinan danîbû da Dîlek Çamê xeberda û got ku wan bi piştevaniya qeymeqamtî, şaredarî û Îdareya Pêşketina GAPê va Bexçeyê Çîlek ê Mezopotamyayê ava kirin.

Çamê destnîşan kir ku wan îsal dest bi çinîna çîlekan kir û wiha domand: "Rojê em nêzî 800 kîlogram çîlek diçinin. Ev ber û bereket heta meha hezîranê dewam dike. Di meha îlonê da em ê cara duyemîn dest bi berhevkirinê bikin. Niha 15 jin dixebitin. Di heftê da 6 roj tên vê derê û çîlekan berhev dikin."

Çamê ragihand ku bi dahata ji bexçe va ew him bi kêrî jinên li herêmê tên û him jî bi wê dahatê alîkariya jinên hewcedar dikin û carna jî ger û geştan organîze dikin.
Ji jinên li bexçe çîlek berhev dikirin Halîme Çîçekê jî got ku li Qiziltepeyê çîlek digihîjin û wiha domand: "Ez bi dahata ji vê derê qezenc dikim va hewcedariyên malê û zarokan hel dikim."