Li Midyata navçeya Mêrdînê di êrîşa bimayîn de leşkerek şehîd bû û 4 leşker jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan dema wesayîta leşkeran a ji bo ewlehiya Xeta Boruya Neftê ya Kerkuk- Yumurtalikê wezîfdar bûn ji taxa Şenkoy û Gelînkayayê derbas dibûn, endamên rêxistina terorê PKKê mayîn teqandin.
Di teqînê de leşkerek şehîd bû û 4 leşker jî birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyatê.
Ji bo ku êrîşkar bên girtin hêzên ewlehiyê operasyon dan destpêkirin.