Di heyama meha çile û tebaxê de hejmara karkerên ku ÎŞKÛRê ji bo xebatê şand welatên derve gihişt 38 hezar û 61 kesan. Ji karkeran 11 hezar û 54 kesan ji bo xebatê Iraq tercîh kirin, lewra karê înşeatê li wê derê gelekî zêde ye.
Li gor daneyên îstatîstîkên ÎŞKÛRê hejmara xebatkarên ku îsal di heyama çile û tebaxê de şandine welatên derve ji 38 hezar kesan zêderit e û ev hejmar li gor heman heyama par ji sedî 12 zêde bûye. Sedema zêdebûnê jî ew e ku 114 projeyên înşeatê yên li Iraqê bi destê muteahîtên ji Tirkiyê tên çêkirin.
Par di heyama çile û tebaxê de ÎŞKÛRê 8 hezar û 854 xebatkar şand Iraqê, lê îsal di heman heyamê de ev hejmar bû 11 hezar û 54 kes.
Ji ber ku muteahîtên ji Tirkiyê li vê derê kar dikin xebatkar jî bi saya vê li wê derê bûn xwediyê kar.
ÎŞKÛRÊ ji bilî Iraqê 9 hezar û 607 kes şand Rûsyayê, 2 hezar û 725 kes şand Tirkmenistanê, 2 hezar û 548 kes şand Erebistana Siûdiyê, 2 hezar û 35 kes şand Azerbaycanê, hezar û 193 kes şand Lîbyayê, 873 kes şand Efganistanê, 846 kes şand Gabonê, 558 kes şand Cezayîrê, 550 kes şand Almanyayê û 549 kes jî şand Gurcistanê
Piştî ku li Lîbyayê aramî hêdî hêdî bi cih dibe hejmara karkerên ku ji Tirkiyê diçin Lîbyayê jî bere bere zêde dibe. Lewra dema ku li Lîbyayê bûyer hebûn bi tenê 191 kes ji bo xebatê çûbûn, lê piştî ku aramî pêk hat ev hejmar ji sedî 524 zêde bû û hezar û 193 kes çû Lîbyayê.
ÎŞKÛRê îsal xebatkar neşand DYA, Îngilistan, Spanya, Îtalya, Belçîqa, Îran û Malezyayê. Tenê 2 xebatkar şand Fransa û 2 xebatkar jî şand Romanyayê û her wiha xebatkarek şand Ewustralya û yek jî şand Qanadayê.