Galip Kılınç
21 Îlon 2026•Rojanekirin: 21 Îlon 2026
Li navçeyê neyartiya ku 15 sal berê ket navbera malbatên Yildiz û Îlpars, bi navçîtiya peywirdarên dînî bi dawî bû.
Endamên mabatan di merasimê da ya ku li Taxa Bahçelîevlerê li Mizgefta Hz. Îbrahîm hat lidarxistin, hevdu hemêz kirin û li hev hatin.
Di merasimê da ya ku Qur'ana Kerîm hat xwendin, Îbrahîm Yamanê Miftiyê Navçeyê bal kişand ku dînê Îslamê giringiyê dide yekîtî, bihevrabûn û biratiyê.
Merasima lihevhatinê bi diaxwendin û nanxwarinê bi dawî bû.