01 Sibat 2017•Rojanekirin: 01 Sibat 2017
MOSKOVA
Konseya Federasyonê ku baskê jor ê Parlementoya Ûris e, rêkeftina xeta boriya xaza suriştî ya Herka Tirkî pesend kir.
Di rûniştina îro ya Konseya Federasyona Ûris da yasaya pesendkirina rêkeftina projeya Herka Tirkî hat qebûlkirin.
Rêkeftina ku par di 2yê berfanbarê da li Lijneya Giştî ya TBMMyê hat qebûlkirin, di 20ê rêbendana îsal da ji aliyê Dûmaya baskê jêr ê Parlementoya Ûris va hatibû qebûlkirin.
Rêkeftina projeya xeta boriya xaza siruştî ya Herka Tirkî par di 10ê cotmehê da di navbera hikûmeta Ûris û Tirkiyeyê da hatibû îmzekirin. Di çarçoveya projeyê da tê plankirin ku du xetên boriyê ku kapasîteya wan 15,5 milyar mêtrokup e were avakirin. Tê pêşbînîkirin ku xeta ewilê bona Tirkiyeyê, ya duyemîn jî heger temînatên pêwîst bên standin, dê bona Ewropayê xaza siruştî veguhezîne.