Mehmet Emin Gürbüz
25 Mijdar 2026•Rojanekirin: 25 Mijdar 2026
Li ser rêya D-100î li qisma Çiyayê Boluyê berf dibare.
Li ser rêya ku tevahiya rojê barana gur dem bi demî barî, danê êvarê berfê dest pê kir.
Li herêmên Yumrukaya, Dagkent, Xaçerêya Abantê, Bakacak, Seymenler û Karanlikdereyê berf dibare.
Ekîbên Rêbejayê li herêmê dest bi xebatên maliştina berfê kirin.
Ekîbên trafîkê hişyarî didin şofêran ku ew ji ber berfê baldar û hişyar bin.
Ekîban ji şofêrên ku lastîkên wan ên zivistanê tune ne ra gotin bila ew di vê rêyê da neçin û neyîn.