Haydar Şahin
14 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2019
Li Amerîkayê hejmara bircên petrolê yên ji bo endustriya petrolê û hilberîna petrola xam wekî nîşane tê qebûlkirin vê hefteyê 4 heb zêde bû.
Li gor rapora heftane ya Baker Hughesa şirketa xizmetên qada petrolê weşand, di navbera 7 û 13ê berfanbarê da hejmara birên petrolê 4 heb zêde bû û derkete 667 heban.
Roja pêncşemê bihayê petrola brent herî dawîn bi 64,67 dolarî hatibû firotin, duh bi 65,40 dolarî dest bi rojê kiribû. Bihayê warêla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî duh herî dawîn bi 59,82 dolarî hatibû firotin, roja pêncşemê jî herî dawîn bi 59,22 dolarî roj temam kiribû.