Haydar Şahin
10 Gulan 2018•Rojanekirin: 10 Gulan 2018
İSTANBUL
Bankeya Zîraetê diyar kir ku di krediya xaniyan da ji bo 10 salan hetanî 500 hezar lireyî rêjeya faîzê daxist ji sedî 0,98an.
Di daxuyaniya Bankeya Zîraetê da hat destnîşankirin ku ji bo sektora xaniyan banke tevkariyeke mezin dide.
Hat destnîşankirin ku di vê çarçoveyê da Bankeya Zîraetê di çêkirina avahiyan da alîkariyê dide saziyên, di firotina xaniyan da jî alîkariyê dide kesên xaniyan dikirin û wiha hat gotin:
"Avahî hem amûra veberhênanê ne hem jî ji bo welatiyan hewcedariya sereke ye ji ber vê jî daxwaza krediya xaniyan zehf girîng e. Bankeya Zîraetê bi rêjeyeke kêm krediya xaniyan dide welatiyan û barê wan sivik dike."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo aboriyeke hêzdar a Tirkiyeyê banke bîlançoya welêt li pêşiya bîlançoya xwe digre. Îro gaveke pêşengiyê diavêje û ji îro pê va di krêdiya xaniyan da ji bo 10 salan hetanî 500 hezar lireyî rêjeya faîzê dadixe ji sedî 0,98an.