Elif Orhan
09 Gulan 2018•Rojanekirin: 10 Gulan 2018
ANKARA
"Civîna Kordînasyona Aboriyê" ya bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan 2 saet û 25 deqîqe dewam kir.
Erdogan piştî ku li Kuliyeya Serokomariyê bi Serokwezîr Bînalî Yildirim re hevdîtina asayî ya heftane kir bi birêvebiriya aboriyê re hat bal hev.
Di civîna Kordînasyonê ya Aboriyê de li ser mijarên hevkêşa îdxalat û îxracatê, veberhênanên îstixdam û pîşesaziyê, sermayeya biyanî, lîvdariya di dovîzê de û mijarên di beşên din de sekinîn.
Arîkarê Serokwezîr Mehmet Şîmşek, Wezîrê Darayiyê Nacî Agbal, Serokê Bankaya Navendî Murat Çetînkaya, Serokê Lijneya Piyaseya Sermayeyê Alî Fuat Taşkesenlîoglu, Serokê Saziya Verastkirin û Kontrolkirinê ya Bankavaniyê (BDDK) Mehmet Alî Ekben û burokratên ji aboriyê berpirsyar û serşêwirmendên aboriyê yên Serokomar beşdarî civînê bûn.