Önder Beyter
18 Hezîran 2018•Rojanekirin: 19 Hezîran 2018
MALATYA
Wezîrê Gumrik û Bazirganiyê Bulent Tufenkçî der heqê îstatîstîkên hêza şixul da woha got, "Derdikevin û dikin qîrîn û qûtîn û dibêjin 'bêkarî zêde dibe.' Lê ev yek dide nîşan ku bi awayekî fermî bêkarî kêm bûye. Niha me milyonek û 10 hezarê din jî li hejmara îstixdamkiriyan zêde kir û bi vî hawî me li Tirkiyeyê bi tevahî ji 28 milyon û 499 hezar kesî ra kar û nan dîtiye."
Wezîr Tufenkçî û Namzedê Parlamenteriyê yê AK Partiyê yê Meletiyê Selahattîn Bariş Palandiken li navçeya Akçadaxê li taxa Kayadîbî û taxa Leventê bi welatiyan ra rûniştin û guhê xwe dan daxwaz û pirsgirêkên wan.
Tufenkçî rexne li mixalefetê girt û wiha got:
"Ayhan Bîlgenê HDPyî rabûye dibêje, 'Heger ev hilbijartin ji tûra duduyan ra bimîne, em ê pişta Meral Akşenerê jî Muharem Înce jî bikin, êdî kê zêde hilda'. Anku dibêje bira Recep Tayyîp Erdogan here, kê tê bira were. Tirkiye di xema wan da nîne."
Tufenkçî bal kişand ku Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê îstatîstîkên hêza şixul ên meha adarê ragihandin û wiha dewam kir:
"Li Tirkiyeyê bêkarî di adara çûyî da li gorî heman serdema sala çûyî 1,6 pûan berjêr bû û bû 10,1. Derdikevin û dikin qîrîn û qûtîn û dibêjin 'bêkarî zêde dibe.' Lê ev yek dide nîşan ku bi awayekî fermî bêkarî kêm bûye. Niha me milyonek û 10 hezarê din jî li hejmara îstixdamkiriyan zêde kir û bi vî hawî me li Tirkiyeyê bi tevahî ji 28 milyon û 499 hezar kesî ra kar û nan dîtiye."