Haydar Şahin
16 Hezîran 2018•Rojanekirin: 17 Hezîran 2018
NEW YORK
Li piyaseya navneteweyî ji ber fikara zêdebûna derxistina petrolê îro bihayê petrolê kêmzêde ji sedî 4 daket.
Duh warêla petrola brent herî dereng bi 75,94 dolarî hatibû firotin û îro jî ji sedî 3,8 kêm bû û bi 73,07 dolarî dest bi rojê kir.
Warêla petrola xam a Teksasa Rojavayê jî duh herî dereng bi 66,89 dolarî hatibû firotin û îro jî ji sedî 3,9 kêm bû û bi 64,29 dolarî dest bi rojê kir.
Pispor balê dikişînin ser civîna Rêxistina Welatên Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) a ew ê roja înê li Viyanayê were kirin û dibêjin dibe ku Erebistana Siûdî ya endamê OPECê û Rûsya biryara zêdekirina derxistina petrolê bidin.
Dîsa pispor dibêjin heke Erebistana Siûdî ya endamê OPECê û Rûsya biryarê bidin ku derxistina petrolê zêde bikin ew ê di piyaseyê da zêdehayî çêbe û ji ber vê jî bihayê petrolê dakeve.