03 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2017
ANKARA
Meaşên karmendan li gor zema ji sedî 3 ya meha rêbendanê ji nû va hatin diyarkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji Wezareta Darayiyê hilda, tevî alîkariya malbat û zarokan meaşê misteşaran ji 9 hezar 498 lireyî derket 9 hezar û 787 lireyî, meaşê midûrên giştî ji 8 hezar û 335 lireyî derket 8 hezar û 589 lireyî.
Bi vî awayî meaşên misteşar û midûrên giştî ji sedî 3,04 zêde bû.
Meaşê karmendên kademeya 1an a dereceya 12an ji 2 hezar û 517 lireyî derket 2 hezar û 601 lireyî, meaşê memûrên qedemeya 3yemîn a dereceya 13an ji 2 hezar û 678 lireyî derket 2 hezar û 767 lireyî.
Bi vî awayî meaşê karmed û memûran ji 3,3 zêde bû.
Meaşê mamosteyên qedemeya 1an a dereceya 7an ji 3 hezar û 7 lireyî derket 3 hezar û 106 lireyî, meaşê polêsên kademeya 1an a dereceya 8an ji 3 hezar û 818 lireyî derket 3 hezar û 942 lireyî.
Bi vî awayî meaşê mamosteyê di qedemeya ewil a dereceya 7an da kêm zêde ji sedî 3,3, polêsê di qedemeya ewil a dereceya 8an da kêm zêde ji sedî 3,2 zêde bû.
Di heman demê da meaşê herî zêde ya xebatkarên bi peyman ên Teşebisên Îqtisadî a Kamuyê gihîşte 5 hezar 257,87 lireyî.
Meaşê teqawidbûyiyan
Wek mayîn memûrên teqawidbûyî jî ew ê li gor peymanê meaşê xwe ji sedî 3 bi zem bistînin. Teqawibûyiyên ji SSK û Bag-Kurê jî ew ê li gor rêjeya enflasyona 6 mehên dawîn ji sedî 4,73yan bi zem bistînin.
Memûrên dewletê û kesên bi peyman ew ê meaşê xwe ya bi zem di 15ê rêbendanê da bistînin.
Di hesabkirina meaşê da pereyê dersên zêde, wekalet, sermayeya di nav saziyê da, herêmî û zimanê biyanî tevlî nekirin lê belê pereyê alîkariya zarok û malbatê tevlî kirin. Hesabkirina alîkariya malbatê li gor kesekê/a ku hevîjna wî/ê naxebite û xwedî 2 zarokan (0-6 salî) e hat kirin.
Li ser vê çarçoveyê di nava reqamên navborî da bona jinê di nîvê duyemîn ê 2016an da 199,01 lire, di nîvê yekemîn ê sala 2017an da jî 204,99 lire alîkariya malbatê, bona zarokên 0-6 salî di nîvê duyemîn ê 2016an da 46,63 lire, di nîvê yekemîn ê sala 2017an da jî 48,03 lire, bona zarokên ku di grûbên mayîn da ne jî di nîvê duyemîn ê 2016an da 23,31 lire, di nîvê yekemîn ê sala 2017an da jî 24,01 lire alîkariya malbatê tê kirin û herwiha ji ber alîkariya malbatê jî 66,66 lire daxistina debara asxarî tê sepandin.