Li Tirkiyeyê 2,36 milyon karmandên dewletê hene. Jimara kesên ku di sazî û dezgehên kamûyê de bi tevahî digihêje 3,2 milyon kesî.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji Serokatiya Personelên Dewletê (DPB) hilda dema bi awayekî giştî lê dinêrin, karmendên dewletê, xebatkarên bi peyman, karkerên daimî û yên berwext, hîndekar, dadger û dozger û xebatkarên leşkerî jî di nav de bi tevahî 3 milyon 195 hezar û 938 kes di sazî û dezgehên kamûyê de dixebitin.
Ji îlona 2014an heta niha di saziyên kamûyê yên di bin banê peywira DPByê de bi tevahî 2 milyon 366 hezar û 279 karmendên dewletê, 94 hezar 850 personelên bi peyman, 302 hezar û 678 karker û 23 hezar û 666 xebatkarên berwext dixebitin.
Ji sedî 62,45ê karmendên dewletê mêr in, ji sedî 37, 55ê wan jî jin in.