Haydar Şahin
04 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2017
ANKARA
Rejima Beşar Esed pereyê herî mezin ê 2 hezarî derxiste piyaseyê, ev jî nîşan dide ku di lîreyê Sûriyeyê da qîmet daketiye. Banknotê ewil ê ku rejima Esed bi kar anî wek peyama "em ê dev ji rêveberiyê benedin" hat şîrovekirin
Bankeya Navendî ya rejima Esed pêr lîreyê Sûriyeyê yê 2 hezarî (13,3 lîreyê Tirkiyeyê) derxiste piyaseyê û li ser rûyekî pere wêneya Beşar Esed heye.
Hat ragihandin ku Bankeya Navendî ji bo ku li dijî enflasyona ji ber şerê navxweyî xirab bûye ber xwe bide banknotê herî mezin derxiste piyaseyê.
Hetanî nika pereyê herî mezin ê Sûriyeyê hezar lîre bû, cara ewil banknotê 2 hezar lîreyî hat çapkirin, li ser rûyekî vî pereyî cara ewil wêneya Esed hat çapkirin û ev jî bû sedema rexneyan.
Hin çalakvanên medyaya civakî yên herêmî ev hemle wek "Esed wê li ser welêt bisekine û bi tena serê xwe welêt birêva bibe" şîrove kirin û bal kişandin ser jiqîmetêketina pereyê Sûriyeyê.
- 10 qat ji qîmetê ket
Şerê navxweyî di Adara 2011an da dest pê kiribû û di 6 salan da aboriya Sûriyeyê derbeyeke mezin xwar.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî berhev kir lîreyê Sûriyeyê di 6 salan da bi10 qatî ji qîmet ket. Beriya şer dolarekî DYAyê 50 lîreyê Sûriyeyê dikir, nika 535 lîre dike..