HATAY
Rejima Esed li navçeya Yayladagiyê gule berdan nêzî qereqola hidûd. Yekîneyên sînor jî bersiv dan û gule berdan hêzên rejimê.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê hilda, hêzên rejimê duh ji aliyê Lazkiyeya Sûriyeyê ve 30 gule avêtin aliyê Tirkiyeyê û gule li nêzî Qereqola Çamlitepeyê ya Fermandariya Tabûra Hidûd ya 3yemîn ya Yayladagiyê ketin.
Di bûyerê de tiştek bi kesî nehat. Yekîneyên sînor du qat zêde gule berda wê herêmê.
Li herêmê pevçûna navbera rejim û mixalifan dewam dike.