Saziya Îstatîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên çaryeka sala 2013an a çaremîn aşkere kirin.
Li gor îstatîstîkan, qezenca tûrîzmê yê Tirkiyeyê li gor par ji sedî 11.4 zêde bû û bû 32 milyar û 310 milyon û 424 hezar dolar. Qezenca sala 2013an ji sedî 78.9 ji tûristên biyanî, ji sedî 21.1 jî ji tûrîstên xwemalî yên ku li derveyê welêt dijîn hat bidestxistin.
Di sala 2013an de serê merivekî 824 dolar hat xerckirin, tûrîstan 749 dolar xerc kir, tûrîstên xwemalî yên ku li derveyê welêt dijîn jî hezar û 252 dolar xerc kirin.
Hejmara ziyaretvanan ji sedî 7.6 zêde bû