18 Nîsan 2017•Rojanekirin: 18 Nîsan 2017
LONDRA
Piştî Serokwezîra Îngiltereyê Theresa Mayê daxuyand ku di 8ê hezîranê da hilbijartina pêşwextê were kirin, sterlînê îngiliz zêde bû.
Piştî hat bihîstin ku Serokwezîra Îngiltereyê May wê serê sibê li Londrayê ser kolana Downîngê di avahiya xwe ya fermî da daxuyaniyê bide, sterlîn bi saeta herêmê di 11.10an da li gor dolarê Amerîkayê bihayê wê ji sedî 0,1 kêm bû û daket 1,266an.
Piştî ku Mayê bi awayekî surprîz daxuyand ku di 8ê hezîranê da li welêt hilbijartina berwextê were kirin, bi saeta herêmê di 11:33an da sterlînê îngiliz li gor dolarê Amerîkayê cardin ji sedî 0,21 zêde bû û derket 1,2586an.
Mayê serê sibê piştî civîna Lijneya Wezîran daxuyaniyeke surprîz da çapemeniyê û got ku Lijneya Wezîran biryar da ku di 8ê hezîranê da hilbijartina giştî ya pêşwext were kirin.