Fatih Gazioğlu
18 Nîsan 2017•Rojanekirin: 19 Nîsan 2017
MUGLA
Keştiya luks ya karsazê rûs Victor Rashnîkovê ya bi navê "Ocean Victory"ê hat Fethiyeya navçeya Muglayê.
Keştiya bi qasî 140 mêtreyî dirêj duh serê sibê hat bêndera Fethiyeyê. Keştiyê îro nêzî 350 hezar lître benzîn wergirt û xwediyê keştiyê ji bo vê nêzî milyonek lire pere da.
Bihayê keştiyê nêzî 400 milyon dolarî ye. Hat diyarkirin ku keştî wê here giravên Karayîpê. Di keştiyê da pîsta firokeyê, hewz, jakuzî, salona civînê, odeya xebatê û gelek aletên sporê hene.