19 Îlon 2015•Rojanekirin: 19 Îlon 2015
Îsal fistiqê Entabê bi bereket e, lê ji ber ku erzan e hêviyên cotkarên fistiqê Entabê şikiya. Sala çûyî ji ber ziwayiyê û cemedê cotkar ketibûn tengasiyê, lê îsal rekolteya fistiqê Entabê bi xêra baranê zêde bû.
Midûrê Estîtuya Lêgerînê ya Fistiqê Entabê Nevzat Aslan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku îsal baran baş barî û ji ber vê yekê jî fistiq bi bereket bû.
Aslan ragihand ku çandina fistiqê Entabê ya Dinyayê ji sedî 15-20 li Tirkiyeyê tê kirin. Aslan wiha dewam kir: "Çandina dinyayê nêzî ji sedî 80-85 li Amerîka û Îranê tê kirin. Tirkiye di rêza 3yemîn de ye.