Ji Herêma Rojhilatê Başûrê Anadoluyê di nav 9 mehên îsal de ji welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) re bi bihayê 932 milyon dalorî îxracat hat kirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji daneyên Yekîtiya Îxracatkarên Herêma Rojhilatê Başûrê Anadoluyê (GAÎB) berhev kir, par di heman heyamê de ji welatên YEyê re bi bihayê 857 milyon û 846 hezar dolarî îxracat hatiye kirin. Îxracata îsal li gor par ji sedî 9 zêde bûye û gihiştiye 932 milyon dolarî.
Ji herêmê bi bihayê 22 milyon û 594 hezar dolarî zerzewat, bi bihayê 67 milyon û 250 hezar dolarî kax, bi bihayê 666 milyon û 345 hezar dolarî tekstîl, bi bihayê 128 milyon û 303 hezar dolarî xalîçe û bi bihayê 47 milyon 553 hezar dolarî jî hin tiştên din îxracatî welatên YEyê yê hatine kirin.
Ji Rojhilatê Başûrê Anadoluyê îxracata herî zêde di nav welatên Yekîtiya Ewropayê de, bi 181 milyon dolarî ji Îtalyayê re tê kirin. Bi îxracata 126 milyon û 753 hezar dolarî ve Almanya di rêza duyemîn de ye û di rêza sêyemînde jî Îngilistan cih digre.