Hakkarî di nav bajarên Tirkiyeyê de ji hêla xizanî û jiyanê ve bajarê herî lipaşmayî ye, lê ji aliyê madenên ve pir dewlemend e.
Dekanê Fakulteya Endezyariyê ya Zanîngeha Hakkariyê Prof. Dr. Mehmet Nûrî Bodur, diyar kir ku Hakkarî ji hêla rezervên madenên wekî krom, kûrşûn, çingo û paxir ve dewlemend e.
Bodûr daxuyand ku li herêmê ji bilî çingo û kûrşûnê rezervên kukurt û kaniyên jeotermal jî hene. Ger ku ev rezervên hanê bên nirxandin dê ji bo aboriya herêmê baş bibe û dê Hakkarî jî pê dewlemend bibe.
Bodûr wiha got, "Ji bo ku Hakkarî bibe navendeke girîng divê ji bo hilberîn û vekolînê sazî bên vekirin, her wiha sanayî bên damezirandin. Ji bo herêmê û di serî de ji bo xebatên teknîkî divê ku tesbîta rezervên gelemperî bên kirin. Ji bo herêm pêşkeve dîvê ku bi van xebatan vebêrhênanên girîng bên kirin. Hakkarî di pêşketinê de li herêmê 6emîn e. Heger bi teşwîqan saziyên nû bên vekirin ji bo îstîhdama herêmê dê baş bibe."