29 Nîsan 2016•Rojanekirin: 29 Nîsan 2016
ANKARA
Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê Bulent Tufenkcî got: "Di sala 2015an da bi wesîleya deriyên sînor û gumrukê yên li Tirkiyeyê qederê 2 milyar û 700 milyon lire rê li ber qaçaxcîtiyê hat girtin. Di çarîka ewil a îsal da jî bi bihayê 752 milyon lire eşyayên qaçax û ji tonekî zêdetir hişbir hat qefaltin."
Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê Tufenkcî bû mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA).
Tufenkcî, di seat 11.00an beşdarî civîna Maseya Edîtoran a AAyê bû û der barê rojevê da bersiva pirsên edîtor û nûçegihanan da. Wezîr qala xebatên wezaretê kir û nirxand.