13 Sibat 2017•Rojanekirin: 14 Sibat 2017
ANKARA
Bi Siûdiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê di çarçoveya gera xwe ya Xelîcê da ziyaret bike ra di gelek qadan da kar û bar tê kirin. Tûrîzm jî ji wan qadan yeke û hejmara tûrîstên ji Siûdî yên di sala 2014an da hatin Tirkiyeyê 342 hezar bû û ev jimar di sala 2015an da ji 450î hezarî derbas bû.
Ji Erebistana Siûdî hejmara turîstên par hatin Tirkiyeyê jî nêzî 500 hezar kesî bû. Serokomar Erdogan di çarçoveya gera xwe da welatê duyemîn ê ku wê biçe Siûdiya nifusa wê nêzî 31 milyonî ye.
Cîranên wê jî Urdun, Iraq, Kuweyt, Qeter, Behreyn, Mîrektiya Ereban, Ûmman û Yemen e, meziniya axa wê jî 2 milyon û 149 hezar û 690 kîlometre çarkoşe ye û paytexta wê jî Riyad e.
Siûdî di heman demê da Mekke û Medîne ya ku ji bo Îslamê bajarên pîroz in jî di nav xwe da dihewîne û wek "Erda Du Mizgeftên Pîroz" tê binavkirin.
Hema bêje 31 milyon nifûsa Erebistana Siûdî hemû ji misilmanan pêk tê û zimanê fermî erebî ye lê li çar aliyê welêt îngilîzî jî wek zimanê duyemîn tê hesibandin. Li welêt kesên xiristiyan, cihû, hindû, bûdîst û mensûbên hin baweriyên din in jî hene lê kêm in.
Têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Tirkiye û Siûdî da beriya avabûna qraltiyê ji sala 1929an destpê dike.
Hejmara tûrîstên ji Siûdî ku di sala 2014an da hatin Tirkiyeyê 342 hezar bû û ev jimar di sala 2015an da jî ji 450 hezar kesî derbas bû.