13 Sibat 2017•Rojanekirin: 14 Sibat 2017
ANKARA (AA) - Parlementerê Qeyseriyê yê MHPê Yusuf Halaçoglu, Parlementerê Balikesîrê Îsmaîl Ok, Parlementerê Ispartayê Nuri Okutan û Sînan Ogan bi tewdîrî û daxwaza ji endametiya partiyê derxistinê sewqî Serokatiya Lijneya Dîsîplîna Navendî kirin.
Serokê Lijneya Dîsîplîna Navendî Halîl Ozturk daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku li hin civîn, xebat û daxuyaniyên Halaçoglu, Ok, Okutan û Ogan hat mêzekirin û piştî mêzekirinê hat dîtin ku ev kes gelek tiştên li dijî xala 11mîn a destûrnameya partiyê ne kirine û dikin.
Daxuyaniyê da hat gotin ku ev herçar parlementer bi tewdîrî û daxwaza teqez ji endametiya partiyê derxistinê sewqî Serokatiya Lijneya Dîsîplîna Navendî hatin kirin.