Nihat Kavşut
18 Îlon 2019•Rojanekirin: 19 Îlon 2019
Wezîrê Teknolojî û Pîşesaziyê Mustafa Varank li Muzeya Teknolojî û Pîşesaziyê ya MKEyê Stratejiya Teknolojî û Pîşesaziyê ya 2023yan eşkere kir.
Civîna Nasandina Stratejiya Teknolojî û Pîşesaziyê bi beşdariya Wezîrê Teknolojî û Pîşesaziyê Mustafa Varank, Wezîrê Çandinî û Daristanan Bekir Pakdemirlî, Alîkarên Wezîrê Teknolojî û Pîşesaziyê Çetîn Alî Donmez û Mehmet Fatîh Kacir, Serokê Saziya Patent û Marqeyan ya Tirkiyeyê Habîp Asan, Serokê Pîşesaziya Parastinê ya Serokomariyê Îsmaîl Demir, Serokê KOSGEBê Cevahir Uzkurt, Waliyê Enqereyê Vasip Şahîn, Serokê Odeya Pîşesaziyê ya Enqereyê Nurettîn Ozdebir, pîşesaz û nûnerên karsazan li Muzeya Teknolojî û Pîşesaziyê ya MKEyê hat lidarxistin.
Wezîrê Teknolojî û Pîşesaziyê Varank destnîşan kir nexşerêya ku diçe Tirkiyeya mezin û xurt û Stratejiya Teknolojî û Pîşesaziyê ya 2023yan eşkere dikin.
Varank destnîşan kir di îmalata pîşesaziyê da para dahata neteweyî ku di 10 salên dawîn da ji sedî 16,5 e dixwazin di 2023yan da derxin ji sedî 21an û wiha got: "Em dixwazin dahata serê karkerên ku di pîşesaziyê da dixebitin derxin 35 hezar dolarî û îxracata pîşesaziya îmalatê jî derxin 210 milyar dolarî."
Mustafa Varank diyar kir dixwazin para mesrefên Ar-Geyê ya di dahata neteweyî da derdixin ji sedî 1,8an û di vî warî da çavkaniya mirovan derxin 300 hezarî û hejmara lêkolîneran jî derxin 200 hezarî.
Wezîrê Teknolojî û Pîşesaziyê Varank destnîşan kir heta 2023yan wê veberhênanên ji bona karên teknolojiyê tên kirin li welêt derxin 5 milyar lireyî û wiha got: "Em dixwazin Tirkiye di qadên teknolojiyê da herî kêm 23 berhemên ku li gerdûnê bibin marqe derxe. Em dixwazin ji welatê me jî 'unîcorn' derkevin û ji wan ra bibêjin 'Turcorn'. Heta 2023yan hedefa me herî kêm 10 Turcorn e."
Varank diyar kir ji bona bigihêjin hedefên xwe di stratejiya wan ya pîşesaziyê da 5 şaxên sereke û 23 polîtîkayên di bin wan da hatine eşkerekirin.
Mustafa Varank destnîşan kir di bernameya Hemleya Pîşesaziya Teknolojiyê da di sektorên sereke da wê piştgiriyê bidin berhemên girîng û got ku em ê hilberîner û bikiran teşwîq bikin û wiha dewam kir: "Veberhênan wê ji teşwîqên veberhênanê yên stratejîk îstifade bikin û projeyên ku ji 50 milyon lireyî zêdetir bin wê teşwîqa ji bona projeyan bikeve dewrê."
Wezîrê Teknolojî û Pîşesaziyê Varank diyar kir beşên teknolojiya pêşketî û înovasyonê ji şeş polîtîkayên sereke pêk tên û got ku pêşiyê em ê nexşerêya kêrhatina teknolojiyê û sektorê eşkere bikin.
Varank destnîşan kir di sektorên kimya, derman, wesaîtên gihandinê, makîne, kompîtur, elektronîk, optîk û techîzatên ceyranê da wê hilberîna melzemeyên stratejîk teşwîq bikin.
Mustafa Varank diyar kir Navendên Veguherîna Dijîtal û Kêrhatîbûnê ava dikin û got ku di nav da modela rêvebirinê, sektora taybet û kamuyê û hevkariyên navneteweyî hene.
Varank destnîşan kir ji bona hemû şirîkên di ekosîstema hilberîneran da jê îstifade bikin wê Platforma Ekosîstema Hilberîneran ya Tirkiyeyê û malpera înternetê ava dikin.
Wezîrê Teknolojî û Pîşesaziyê Varank diyar kir di perwerdeya analîzkirina daneyan û xwendin û nivîsandinê da seferberiyê didin destpêkirin û got ku em sepana 'rozetên dijîtal' ku nîşana pisporiyê ne didin destpêkirin.
Varank destnîşan kir ku wek welêt ji bona ku daneyên xwe yên dewlemend ji hêla aboriyê va bikin nirxek Enstîtuya Hişê Çêkirî ava dikin û got ku di vî warî da amadehiyên me temam bûne.