Nihat Kavşut
20 Îlon 2019•Rojanekirin: 21 Îlon 2019
Wezîrê Teknolojî û Pîşesaziyê Mustafa Varank: "Em ê Bernameya Lêkolînerên Pêşeng ya Navneteweyî ku eleqeyeke mezin dît di pêşerojê da jî bidomînin."
Li Balafirgeha Ataturk bi minasebeta Mihrîcana Esman, Teknolojî û Fezayê TEKNOFEST Îstanbulê bi hevkariya Akademiya Zanistên Tirkiyeyê û TUBÎTAKê "Komxebata Zanyarên Tirk yên Li Dervayî Welêt ya 4emîn" hat lidarxistin.
Wezîrê Teknolojî û Pîşesaziyê Varank di vekirina komxebatê da axivî û wiha got: "Em ê Bernameya Lêkolînerên Pêşeng ya Navneteweyî ku eleqeyeke mezin dît di pêşerojê da jî bidomînin."
Varank destnîşan kir ku wê Atolyeyên Teknolojiyê ya Biceribîne ava bikin û wiha axivî: "Em ê 100 Atolyeyên Teknolojiyê ya Biceribîne ava bikin û tê da perwerdeya teknolojiyê bidin 50 hezar xwendekarên biqabiliyet."