Haydar Şahin
02 Nîsan 2019•Rojanekirin: 04 Nîsan 2019
Mulsum Yanmazê Serokê GAPa Komeleya Seravanan diyar kir ku ji Kuweyt û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb gelek komên veberhêner ên dixwazin ji bo seravaniya jeotermal li herêma Karaaliyê veberhênanê bikin hene û got, "Em bi van koman ra hevdîtinan dikin. Me xebateke ji bo kêmzêde 100 milyon dolarî da destpêkirin. Em bi vê xebatê va nika Jeotermal AŞ.yê ava dikin."
Li Karaaliya herêma Şanliurfayê di sala 2000î da li eraziyê gundiyekî da ava jeotermal hat dîtin û bi saya vê li herêmê dest bi seravaniya jeotermal kirin.

Pêşiyê li qadeke piçûk sera hat avakirin û ji ber ku çandiniyeke serkeftî hat kirin jî li herêmê gelek saziyan dest bi veberhênanê kirin.
Di serayên jeotermal da cotkariya bêax tê kirin, tametês û sebzeyên li van serayan tên komkirin jî dişînin dervayê welêt û bajarên din. Li herêmê nebatên ji bo xemilandinê jî tên ajotin û nika li ser 500 dagar erdî serayên jeotermal hene û hedef ew e ku hê jî zêde bibe.

Mulsum Yanmazê Serokê GAPa Komeleya Seravanan û Yekîtiya Hilberîner û Veberhênanên Serayê (SERA-BÎR) daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku vejena jeotermalê ji bo seravaniyê gelekî girîng e û bi saya vê sektor pêş dikeve.
Yanmaz bal kişand ser seravaniya li herêma Karaaliyê û wiha pê da çû:
"Me bi Nurettîn Nebatiyê Alîkarê Wezîrê Xezîne û Darayiyê û eleqedaran ra civîn kir. Ji Kuweyt û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb gelek komên veberhêner ên dixwazin ji bo seravaniya jeotermal li herêma Karaaliyê veberhênanê bikin hene. Em bi van koman ra hevdîtinan dikin. Me xebateke ji bo kêmzêde 100 milyon dolarî da destpêkirin. Em bi vê xebatê va nika Jeotermal AŞ.yê ava dikin. Me ji bo vê ji Karacadaxa Ajansa Pêşketinê alîkariya veberhênan û fîzîbîlîteyê sitand, peyman îmze kir. Em dixebitin ku bi veberhênerên li welêt û yên dervayê welêt ra werin ba hev pêşiyê li herêma Karaaliyê paşê jî li herêmên jeotermal lê hene modeleke baş derxin holê û sîstemê di nav welêt da zêde bikin. Banke piştgiriyê didin, Wezareta Xezîne û Darayiyê teşwîqê dide. Xêncî vê veberhênerên ji Rojhilata Navîn hene. Fonên YEyê hene. Em hewl didin hemûyên wan bînin ba hev û modeleke veberhênanê derxin holê."
Yanmaz diyar kir ku xebatên werin kirin ew ê tevkariyê bidin aboriya welêt û wiha axivî:
"Qismê herî girîng ew e ku vê organîzasyon û modelê derxin holê. Dema model were temamkirin veberhênerên biyanî neyên jî kapasîteya me heye ku veberhênanê bikin. Li gelek ciyên welêt veberhêner dixwazin li qadên jeotermalê veberhênana ji bo serayê bikin. Em di bin banê komeleyê da bê pere ji welatiyan ra şêwirmendiyê dikin û rê nîşanî wan didin."
Îbrahîm Halîl Peltekê Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Şanliurfayê jî li ser hûrgiliyên projeyê got ku ji bo seravaniyê li hezar û 500 dolimî xebatên fizîbîlîteyê dikin.
Peltek got armanca wan ew e ku Karaaliyê têxin navenda seravaniyê û wiha pê da çû: "Ji dervayê welêt û Rojhilata Navîn veberhêner dixwazin li vê derê veberhênanê bikin. Em bi veberhênerên xwecî ra li ser vê pîlanan amade dikin. Piştî xebatên fîzîbîlîteyê Karaaliya Şanliurfayê ew ê bibe navenda seravaniyê. Çavkaniyên jeotermal ên li vê derê ji bo germkirinê avantajeke mezin in. Ji sedî 60ê mesrefa seravaniyê ji bo germkirinê tê xerckirin. Jeotermala li vê derê ji bo reqabetê avantaja me mezin e. Em jî dixwazin herêma Karaaliyê pêş bikeve û ji bo vê xebatên xwe dimeşînin."