Sevim Hatun
22 Îlon 2015•Rojanekirin: 22 Îlon 2015
ŞANLIURFA
Endamên Weqfa Ciwaniyê ya Tirkiyê (TUGVA) ên ji bajarên cuda hatin Şanliurfayê, li vir "Meşa biratiyê ya dijî terorê" li dar xistin.
Komên ku li qada Rabîayê hatin bal hev dowîz û pankartên ku li ser "Ji ezelê heta ebedê em birayên hev du ne û kurd, tirk, zaza hemû yek in." Koma ku alayeke mezin a Tirkiyê di destê wan de bû, ji vir heta Balikligolê meşiya.
Îsmaîl Emanetê Serokê TUGVAyê got em li bajarê Hezretî Îbrahîm dijî terorê bûn yek û wiha dewam kir:
"Divê neyê ji bîr kirin ku hêza mileteke ne tank, top û tifingin; hêza miletê ciwanên wê yên bi wicdan û bawermend in. Tu kes nikare li hemberî îman û îslamê bisekine. Ji xwe di Qur'ana Pîroz de jî hatiye gotin ku zalim û xayin tirsonek in. Herwiha em jî encax bi saya biratî û bihevrebûnê karin hebûna xwe biparêzin."