Türkan Tosun
27 Sibat 2018•Rojanekirin: 27 Sibat 2018
ANKARA
Warêla nefta Brent di piyaseyên navneteweyî da bi 67,22 dolarî tê firotin.
Bihayê warêla nefta Brent duh bi 67,27 dolarî dest bi rojê kir û di nava rojê da derket ser asta 67,87 dolarî, îro serê sibê 67,56 dolarî va dest bi rojê kir. Warêla neftê ji saet 09.45 pê va ji sedî 0,5 kêm bû û bi 67,22 dolarî tê firotin. Di heman kêliyê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 63,84 dolarî hat firotin.
Ajansa Vejenê ya Navneteweyî duh daxuyand Amerîka wê di sala 2019an de di hilberîna neftê de wê Rûsyayê derbas bike.
Ji bilî vê duh ji ber sedema dibe ku daxwaz wê zêde bibin senedên hiseyan ên neftê zêde hatin firotin. Lê ji ber biryara kêmkirina hilberînê ya Rêxistina Welatên Neftê Îxrac Dikin û kêmbûna hilberînê ya Amerîkayê bihayê neftê di asta 67an de bû.
Geşedanên jeopolîtîk ên Rojhilata Navîn û daneyên stoka nefta xam ya ku wê Amerîka eşkere bike wê tesîrê li ser bihayê neftê bike.