Önder Beyter
11 Hezîran 2018•Rojanekirin: 11 Hezîran 2018
ANKARA
Warêlê nefta Brent di yekemîn roja şixul a hefteyê da li piyaseyên navneteweyî bi 76,25 dolarî tê firotin.
Warêlê nefta Brent roja înê bi 77,42 dolarî dest bi rojê kiribû û di nava rojê da derketibû 77,56 dolarî. Warêlê nefta Brent îro serê sibê jî bi 76,26 dolarî va dest bi rojê kir û ji saet 09.17an pê va piçekî şikest û bû 76,25 dolarî. Di heman demê da warêlê nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) bi 65,61 dolarî hat firotin.
Li Amerîkayê di 20 hefteyên dawîn da 17 kûleyên nû li kûleyên sondaja neftê zêde bûn. Li gorî daneyên heftane yên şîrketa xizmetê ya qada neftê Baker Hughes, li Amerîkayê di navbera 2-8ê hezîranê da kûleyeke sondaja neftê ket xizmetê. Bi vî awayî di serdema navborî da hejmara kûleyên sondaja neftê yên Amerîkayê derket 862yan.
Rûdanên wekî vekişîna ji peymana nukleerê, gav bi gav jinûva sepandina astengiyên dijî Îranê û fikarên li ser hilberîna nefta li Venezuelayê dibin sedem ku bihayê neftê rabe û bikeve.
Ji aliyekî din va jî bala piyaseya neftê li ser wê civînê ye ku wê di 22-23yê hezîranê da li Wiyanayê were lidarxistin û Rêxistina Welatên Neftê Îxrac Dikin (OPEC) û hin welatên dervayî OPECê wê beşdar bibin.
Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 76,26 û 76,41 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 76,96 û 76,11 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne.