Türkan Tosun
28 Tebax 2018•Rojanekirin: 28 Tebax 2018
ANKARA
Li piyaseyên navneteweyî warêla nefta Brent bi 76,10 dolarî tê firotin.
Warêla nefta Brent duh bi 75,59 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da heta 76,32 dolarî zêde bûbû. Îro jî warêla nefta Brent bi 76,28 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.28an pê va ji sedî 0,23 zêde bû û derkete 76,10 dolarî.
Di heman demê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 68,76 dolarî hat firotin.
Ji ber ku Venezuela, Îran û Afrîkayê di hilberîna neftê da pirsgirêk hene bihayê neftê zêde bû.