Haydar Şahin
07 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2018
ANKARA
Li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brent bi 59,47 dolarî tê firotin.
Warêla petrola brent duh bi 61,39 dolarî dest bi rojê kiribû û di nav rojê da heta 62,02 dolarî zêde bibû. Îro jî warêla petrola brent bi 59,96 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.23yan pê va ji sedî 0,81 kêm bû û dakete 59,47 dolarî.
Di heman demê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 50,93 dolarî hat firotin.
Amerîka, Rûsya û Erebistana Siûdî hilberîna petrolê derxistin asta rekorê ji ber vê li piyaseya navneteweyî zêdeyî çêbû û biha dakete derûdora 620 dolarî.