30 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2017
MOSKOW
Îxracata Petrolê ya Rûsyayê, di 11 mehê sala par li gor heman serdema pêrar ji sedî 4,9 zêde bû û gihîşt 233,2 milyon tonî.
Li gorî daneyê Servîsa îstatîstîka Federal a Rûsyayê (Rosstat), Îxracata Petrolê ya Rûsyayê, di 11 mehê sala par li gor heman serdema pêrar ji sedî 4,9 zêde bû û gihîşt 233,2 milyon tonî.
Ji meha mijdara par pê va, di îxracata petrolê da serê tonê buha weke 326,4 dolarî çêbû, li piyaseyê kurewî buhayê petrola Ural jî serê tonê weke 320,3 dolarî derket.
Li gorî peymana OPECê pêdivê Rûsya di çarîka yekema îsal da berhemanîna petrola xwe rojane derdora 300 hezar bermîl kêm bike.