Murat Çelik
06 Hezîran 2019•Rojanekirin: 07 Hezîran 2019
Li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brentê bi 61,62 dolarî tê firotin.
Warêla petrola brentê duh di nav rojê da hetanî 63,02 dolarî hat firotin û di dawiya rojê da bi 61,41 dolarî hatibû firotin. Îro jî warêla petrola brentê ji saet 09.43yan pê va li gor duh ji sedî 0.34 zêde bû û derkete 61,62 dolarî. Di heman demê da warêla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 51,78 dolarî hat firotin.
Li Amerîkayê petrola xav rojane bi qasî 12,4 milyon warêl di asta rekorê da tê derxistin, ev jî petrola xav erzan dike.
Rageşiya bazirganî ya di navbera Amerîka û Çînê da li ser daxwaza kurewî ya petrolê bi awayekî neyînî bandorê dike.
Ji bo bihayê petrola brent teknîkî tê gotin dibe ku bihayê di navbera 60,81 û 62 dolarî da wekî asta berxwedanê di navbera 60,35 û 61 dolarî da jî wekî asta piştgiriyê were şopandin.